97.The Power, Fate

  1. Bi rastî me ewa (Qur´an a) di şevekê wuse da hînartî ye (ku pîvana kirina hemû tiştan di wê şevê da çê dibe)
  2. (Muhemmed!) ti ji ku dizad ka şeva pivanê çîye
  3. Şeva pîvanê şeveke wusane ji hezar mehên (ku di wan mehan da perestî bê kirinê) qenctire
  4. Ferişte û can bi destüra Xuda yê xwe (şevê da boyerên, ku ji bona wê salê hatine pîvandinê) bi hînartin tînin
  5. Heya segura sibehê (ewan feriştan hey) berxudarîyê(di hênirînin)