93.The Morning Hours

  1. Bi (danê) taştê
  2. Bi şeva gava tarîtîya wê hewya
  3. (Sond dixum!) Ku Xuda yê te dest ji te bernedaye ji te jî ne xeyîdîye
  4. Û bi rastî (danê para da) ji bona te ra (ji danê) cihanê çêtir e
  5. Û Xuda yê teyê bi rastî ji bona te ra di nêzîk da dayîneke wusa bide, ku tu bi wê dayînê qayîl bibî
  6. Maqey (Xuda yê te)gava tu sêwî bûyî tu xweyî ne kirî
  7. Gava tu wundayî bûyî ewî tu ne anî li ser rêya rast
  8. Gava tu xêzan bûyî ewî tu zengin ne kirî
  9. Îdî tu bi tucureyî li sêwîyan zorê neke
  10. Û bi tu cureyî parsekan bê par neke
  11. Û tu bi wan qencîne, ku Xuda yê te bi te kirîye bi axive