92.The Night

  1. Bi şeva gava taritî ewê som dike
  2. Bi roya gava derdikeve (rohnaî dike)
  3. Bi wîyê ku nêr û mê afirandîye
  4. (Sond dixum!) ku xebata we bi rastî cure û cureye
  5. Îdî kîjan (ji bona xezanan ra mal) bi sixurîne û Xuda parizî bike
  6. Û (perestîne) qenc jî bike û rast bi dêrîne
  7. Îdî emê ji bona wî ra (hatina li bal rêya rast da) hêsanî bikin
  8. Kîjan jî çikûsî bike û xwe (ji Yezdan) ne hewce bibîne
  9. Û qencê (gotinan jî) bide derewdêrandinê
  10. Îdî emê ji bona wî ra (çûna li bal rêne zehmet da) hêsanî bikin
  11. Û gava ewa bikeVe dojê, malê wî qe ji bona wî ra tu karê nake
  12. Loma bi rastî hatina wî li bal rêya rast da li ser meye
  13. Û bi rastî cihan û parada jî ji bona me ra ne
  14. Îdî min hûn (gelî gunehkaran!) Bi agirekî pêtdayî dane hişyar kirinê
  15. Ji pêştirê wanê rûreşê ji rêya rast derketî, tu kes nakeve wî agirî
  16. Ewî (rûreşê) maf daye derewdêrandinê, pişta xwe daye (mafê)
  17. Bi rastî ji wî (agirî) merivê Xuda pariz tê dûr xistinê
  18. (Ewê Xuda pariz) ew e, ku malê xwe (di rêya Yezdan da )sixurandîye (mali xwe) paqij kirîye
  19. Û (li bal Yezdan) ji bona tu kesekî ra qe tu qencîyek tuneye, ku ewan bi wê qencîyê bêne xelat kirinê
  20. Ji pêştirê (maldana) ji bona qayîl bûna (Xuda yê xwe) yê bililindtir (heke dabe)
  21. Di nêzîk da jî (ewa qencîya) ku Xuda yê wî (ji bona wî ra bide, ewê) bi wê qencîyê qayîl bibe