91.The Sun

  1. Bi roj û bi ruhnaya wê
  2. Û bi hîva gava li pey (rojê) derdivebe
  3. Û bi wî roya gava (roj) ewê (vedike)
  4. Û bi wê şeva gava taritî ewê som dike
  5. Û bi ezman bi avakerê wî
  6. Û bi zemîn û bi wê, ku (zemîn bi gulokî) raxistîye
  7. Û bi can û (bi wîyê, ku can) bi rûçikî (afirandîye)
  8. Îdî ji bona wî (canî ra) gunehkarî û parisandina (ji gunehan) niqandîye
  9. Sond dixum! Kîjan canê xwe ji sikatîyan bi parisîne ewa serfiraz bûye
  10. Û sond dixum! Kîjan ketibe sikatîyan (ji rêya rast derketibe) bi rastî ewî zîyan kirîye
  11. (Komalê) Semûd ji qurebûna xwe (Pêxemberê xwe) dabûne derewdêrandinê
  12. Gava mêrxasên wan serî hildane
  13. Îdî qasêdê Yezdan ji bona wan ra (aha) gotîye: "hûn dest ji deva Yezdan û ji ava vexarina wê berdin
  14. Îdî ewan (mêrxasan pêxember) dane derewdêrandinê; Ewan serê devê jêkirin, îdî Xuda yê wan jî bi sedema gunehê wan şapat li ser wan da pêyweste kir; ewan (bi welatê wan va bi dêrizayî rast kir)
  15. Û (Yezdan bi xweber jî) ji encama (şapatê) natirse