90.The City

  1. Ho! Ez bi vî bajarî sond dixum
  2. Û tu bi xweber jî di nava wî da rûniştî yî
  3. Û bi nişa merivan û bi ûrta wan
  4. (Sond dixum) ku me nişa merivan (di nava) zoratîyê da afirandîye
  5. Maqey ewa meriva guman dike, ku hêza tu kesî pêda naçe
  6. (Ji bona pesindanê aha) di bêje: "Min di vê rê da bi kulûra mal sixurandîye
  7. Maqey ewa guman dike, ku kes ewê kirina wî nabîne
  8. Qey me ji bona (merivan ra) du çav ne daye
  9. Û zimanek û du lêv (nedaye)
  10. Û me ji bona (merivan) du rê; (rêya qenc û xirabîyan) daye
  11. Îdî ewî (merivî, ji bona sipazîya di hemberê van qencîyan) qe xwe ne avite tu gaz û bêlanê zor
  12. Gaz û bêlanê zor, ka çîye tuyê ji ku bizanî
  13. Ewa (kara) vekirina (zincîra) kolan e (ku tu ewan azad bikî)
  14. Yan jî di rojeke axilve da dayîna xurekan e
  15. Ji bona sêwîyên pismam ra
  16. Yan jî ji bona wan belengazê, ku ji birçîya xwe li ser xwelîyê dirêj kirene
  17. Hêj paşê ewa dibe ji wanê bawer kirin e û şîreta bi hewdana (di hemberê cewr û aşîtan da) li hev dikin û bi dilovanî ya li hev kirinê dikin
  18. Hevrîne bi nutûv û rast evan in
  19. Ewanê bi beratenê me bûn e file hene! ewan jî hevrîne bênutûv û çep in
  20. Agirê ku derê wî tê girtinê, ji bona (vanan ra)ne