Ji bona xayî hişan ra bi rastî di vane borî da sond û ewletî heye
Maqey tu nabînî, ku Xuda yê te komalê Ad ça şapat kirîye
Ewan (komelekî wusa bi hêz bûn) wekî sitûnan bilind bûn
Ewan (komalên wusa bûn e) ku wekî wan tu komal di welatan da ne hatine afirandinê
Û ewan Semûdîne di newalan da, zinar qul dikirin (ji bo ku ji xwe ra xanîyan ava bikin, Xuda yê te ça şapat kirîye)
Û (Xuda yê te) Fir´ewn ê xwedîyê hêz û singê jî ça şapat kirîye
Ewan di welatan da (bi zorbetî) ji ava rû derketibûn
Îdî ewan di welatan da pir cewr kiribûn e
Xuda yê te jî, îdî li ser wan da şapatek e zor rijandîye
Loma bi rastî Xuda yê te (di hemû deman da) dîdevanê (bendeyê xwe ye)
Îdî gava Xuda bivê, ku merivan biceribîn e; ewa merivê, ku Xuda yê wî ji bona wî ra berxudarî dabe (aha) bêje bi rastî Xuda yê min ji min ra qencî kirîye
Lê gava Xuda yê wî ewî bi ceribîne,îdî rojînê wî kêm bike û bê pêar bike îdî ewa jî (aha) di bêje: "Bi rastî xuda yê min, ez riswa kirime
Na! (bi gotina we nîne) lê hûn (gelî merivan!) rûmeta sêwyan na girin
Û hûn ji bona xurek dana belengazan helana nadene hev
Û hûn mîratê qe ji hev naraqetînin, hemî tevê hev dixun
Û hûn ji civandina mal pir hez dikin
Na! (evan kirinê we rast nînin) gava zemîn hejîya bû toz
Û (gava) Xuda yê te hat; ferişte bi gargî rêz bûn
Di wê rojê da doj jî hatîye anînê. Di wê rojê da meriv kirinê xwe tîne bîra xwe, îdî (di wê rojê da) bîranîna wî ji bona wî ra wê ça kêrê wî were
(Di wê gavê da meriv aha) di bêje: "Xwezîka min ji bona vê jîna xwe ra hêj di berê da (qencî) şandibûnan
Îdî di wê rojê da wekî şapata (Yezdan) qe tu kes şapatê nake