88.The Overwhelming

  1. Bi sond! Ji bona te ra ji bûyera (Qarsê, ku hemû tiştî kavil dike) peyv hatîye
  2. Di wê rojê da hinek rû hene, melûl dibin
  3. Xebitîne(westîyane) bi kerbî hatine teşqeladanê
  4. Di agirê sor da têne avêtinê
  5. Ji kanîyeke kel da vedixun
  6. Ji pêştirê (berêdara) ererê qe tu xwarina wan tuneye
  7. (Ewa) bi xwarinê qelew nabin, ça ji birçîbûnê jî fereste nabin
  8. Di wê rojê da hinek rû jî hene, di nava xwarinan da (berxudarin)
  9. Ji bona xebata xwe ye (cihanê) qayîl in
  10. Ewanan (di behiştê da) qe tu (axiftinê) kêr nehatî nabîhên
  11. Di (behiştê da) kanînê avê wan dikişin hene
  12. Û textegahên hatine bilind kirinê hene
  13. Û şel bikne (avê) bi tijî amade (hene)
  14. Û balgînê rêzkirî (hene)
  15. Binraxne baha (hene)
  16. Maqey ewan (merivan) îdî li bal devê da mêze nakin, ka ça hatîye afirandinê
  17. (Ewan) li bal ezman da jî (mêze nakin) ka ça hatîye bilind kirinê
  18. Û li bal çîyan da jî (mêze nakin) ka ça hatine çikandinê
  19. (Û li bal zemin da jî mêze nakin) ka ça hatîye çê kirin û raxistinê
  20. Îdî (Muhemmed!) Tu (ji bona wan ra) şîretan bike. Loma bi rastî hey tu şîret karî
  21. Tu (ferman dêrekî) li ser wan hetibî (Verêhte kirinê) ku bi zor ewan bînî ser gotina xwe, nînî
  22. Lê kîjan (ji piştî şîretan) rû fetilandibe û bibe file
  23. Îdî Yezdan ê ewî bi şapateke meztir bide şapat kirinê
  24. Loma bi rastî vegerandin û êwra wan bal me dane
  25. Paşê bi rastî hijmara (kirinê wan) li ser meye (emê bihijmir in)
  26. Hingê bi rastî, hesabê wan li ser me ye