87.The Most High

  1. (Muhemmed!) tu bi navê Xuda yê xweyê bilintir paqîjî ya vî ji kêmayan bike
  2. Ew (Xweda yê te) afirandin kirîye, îdî bi pêkanî rast kiriye
  3. Ewî ji hemû heyan ra (temtêla wan) pîvaye, îdî paşê anîye rêya rast
  4. Ewî kovîçêr derxistîye
  5. Îdî paşê ewa (çêra) xistêye gîhakî reşê hişk maye
  6. (Muhemmed) di nêzîk da (bi Cibraîl) emê (Qur´an ê) ji te ra bidin xûndinê, îdî tu bîrva nekî
  7. Ji pêştirê tişta Yezdan (bîrva kirina wê) va ye. Loma bi rastî Yezdan bi tişta xûyayî û bi tişta veşartî dizane
  8. Û emê ji bona te ra rêya hêsabûna (berkirinê) pêk bîn in
  9. (Muhemmed) heke şîreta (bi Qur´an ê)ji bona wan ra kêr tê tu ji wan ra şîretan bike
  10. Bi rastî ewê (ji Xudê) bitirs e, wê (ji Qur´an ê) şîretan hilde
  11. Ewê gunehkarê ji rê derketî heye! Ewa jî xwe (ji şîretê Qur´an ê) diparisîn e
  12. Ewa di agirê mezin da tê avêtinê
  13. Paşê (di agirda jî) ne dijî û ne jî dimire
  14. Bi sond! Ewê ku xwe ji (gunehan) paqij kirîye haye! Ewa feredte bûye
  15. Îdî ewî bi navê Xuda yê xwe şîret hildaye û nimêj kirîye
  16. Lê hûnê jîna cihanê heldibijêrin
  17. Jîna parada jî (ji jîna cihanê) çêtir û mayîtir e
  18. Bi rastî evan (şîretan) di pirtûk û rûpelên berêda jî hebûn e
  19. Ewan rûpelan, rûpelê Ibrahîm û Mûsa nin