86.The Morning Star

  1. Bi ezman û bi sitêrka quloker
  2. (Muhemmed!) ka tu ji ku dizanî ewa (sitêrka) quloker çîye
  3. Ewa sitêrka bi runahî û rêjoke ye
  4. (Sond dixum!) ku li ser hemû candaran, parisvanekî wî heye
  5. Ka bira meriv mêze bike ji çi hatîye afirandinê
  6. Ewa (meriva) ji avekehilavok hatîye afirandinê
  7. Ewa (ava) ji pişta (mêran) û ji nava (her du) memikê (jinan) derdikeve
  8. Bi rastî (ew Yezdan ê, ku bi vî awayî merivan biafirîn e; ji piştî mirinê) di şî ku ewan para da bizvirîn e
  9. Di roya, ku hemû (veşartî) wê derkevin xûya bibin
  10. Îdî ji bo wî merivî ra qe tu hêz û arîkarî namîn e
  11. Û bi wî ezmanê (ku avê hildid e û) para da dîsa dizvirîn e
  12. Û bi wî zemînê (ku ji bona hêşîna ya) çiryanê derizî
  13. (Sond dixum!) ku ewa (Qur´an a) bi rastî pûçî û rastîyê ji hev ra diqetîn e
  14. Û ewa (Qur´an a) tinaz nîn e
  15. Bı rastî ewan (filan ji bona pûçatê ya Qur´an ê) endezan dikin
  16. Ez bi xweber jî (ji bona girtina wan) defikan pev dixim
  17. Îdî (Muhemmed!) tu ji bona wan filan ra firsetê bide, bira ewan hedî-hedî (di rê ya xwe da her in)