(Sond dixum!) ku hevrîne çala (agir) hatine kuştinê
Ewa (çala) xayê agirê pêketî ye
Ewan (cewr karan) gava (meriv di avêtina agir) bi xweber jî li ser (agir) rûniştîbûn e
Ça jî ewan (cewr karan) tişta bi serê bawerkeran dihate kirinê, bi xweber didît in
Ji ber, ku ewan biYezdan ê servahatê pesinvan bawer kirin e ewan (cewr karan) ji wan (bawer karan) tûla (baweryî) hildan e
Ewê, ku seroktî ya ezman û zemên ji bona wî ra ne heye! Ewa (Yezdan ê servahatê pesinvan e). Bi rastî Yezdan nehrîvanê hemî tiştan e
Bi rastî ewanê, ku ji bona mêr û jinê bawerker ra cefayê di din û paşê ji kirinê xwe jî poşman nabin hene! Ji bona wan ra şapata dojê heye û ji bona wan ra şapata şewitandinê heye
(Lê) ewanê, ku bi rastî bawer kirin e û karê aşitî kirin e hene! Ji bona wan ra behiştên wusa hene, di binê (darê) wan da çem dikişin. Serfirazî ya mezin eva ye
Bi rastî (şapata) Xuda yê te (ku bi wan cewr karan digire) pir zor e
Loma bi rastî (Xuda yê te di cara yekem da ewan) afirandin e (ji piştî mirinê, dîsa ewan para da) dizvirîn e
Baxişkarê, hizker (Xuda yê te bi xweber e)
Xweyê erşê pesinvan ewa bi xweber e
(Xuda yê te) çi bivê ewî pêk tîn e
Maqey bûyara leşkerê
Fir´ewn û Semûd ji bona te ra ne hatî ye
Lê ewanê filetî kirin e hene! Ewanan
Û bi rastî ewanan hêj di pişta hevdan in, Yezdan (bi zanîna xwe) ewan som kirin e
Na! (wekî ewan ça dibêjin: "Qur´an hinek peyv in hatin e aloz e kirinê" gotina wan nîn lê) Qur´an (Pirtûkeke) pesinvan e