83.Defrauding

  1. Ewanê ku di keş û pîvandina xwe da kemasî dikin, xwelî li wan be
  2. Ewanan gava tiştekî ji merivan bistînin; pîvandina wî bê kêmasî pêktîn in
  3. Gava ewan ji bona merivan ra bipîvin ya jî bikişîn in; ewan di kêş û pîvandina xwe da kêmasî dikin
  4. Maqey ewan guman nakin ,ku wê ewanê (ji piştî mirinê) rabin herne civînê
  5. Ji bona royeke mezin (wê rabin)
  6. ku di wê royê da meriv radibe (hijmara kirinê xwe) ji bona Xuda yê cihanê ra (dide)
  7. Na! (gotî ewan kêş û pîvanê xwe bi kêmasî nekin) loma bi rastî nivîsara (ki- rinê) gunehkaran di sicîlan da hatîye pêk anînê
  8. (Muhcmmed!) tu ji ko dizanî ka sicîl çîye
  9. Ewa (sicîla deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hilda ye
  10. Di wê royê da xwelî li derewdêran be
  11. Ewan (derevdêran) roya xelat û celatan didine derewdêrandinê
  12. Ewê royê hey ewanê ji tuxûbê xwe borî û gunehkar, didine derewdêrandinê
  13. Gava beratenê me ji bona wî ra, tên e xwundinê ewî (aha) gotîye: "Evan çîvanokê berêne
  14. Na! (bi gotina wan nîne). Lê bi rastî bi sedema keda wane kirî gemarê li ser dilê wan girtîye
  15. Na! (bi gotina wan nîne, keda wan jî bi tenê nîne) loma bi rastî ewanan di wê royê da ji Xuda yê xwe rûreş in
  16. Paşê ewanê li bal doji da bîne avêtinê
  17. Wê hej paş da ji bona wan ra aha bêgotinê: "Ewa tişta ku wê pê bawer ne dikir, eva ye (îdî de ji şapata wê çeşne bikin)
  18. Na! (wekî gotina we nîne) loma bi rastî nivîsara kirinê wanê qencîkarê, di jora bilinddan in
  19. (Muhemmed!) tu ji ku dizanî, ka jora bilind çîye
  20. Ewa (jora bilind deftereke wusane) hemû kirinan tê da cî hildan e
  21. Ewan (feriştene) nêzîk, nêhrewanî ya wî dikin
  22. Loma bi rastî qencîkar di (behişta) xurekadan in
  23. Li ser kursîyan temaşa dikin
  24. Tu di rûyê wan da, şopa qencîyan nîyas dikî
  25. Ewan, bi meya devgirtî ye xurî tên e avdanê
  26. Derxûnê wî miske (ya jî daw ya wê meyê misk e). Îdî bira dexes (di van xelatan da) dexesî bikin
  27. Pê vexwarina wê (meyî) meya bi nav Tensîm e
  28. Ewa (Tensîm a) kanyeke wusane, ji wê (kanîyê) hey ewanê nêzîkê (Yezdan) vedixun
  29. Bi rastî ewanê gunehkarî dikirin hene! Ewanan, bi wanê bawer kiribûn e dikenîyan
  30. Gava ewanê (gunehkar) li bal wanê (bawerker da) diborîn li hev mêze dikin çav diniqîn in (bi bawerkeran tinazan dikin)
  31. Û gava (ewan gunehkaran) li bal malînê xwe da zivirîn e, ewan bi xweşî (bawerkeran) di nava xwe da bi ken mijûl dibin
  32. Û gava (ewan gunehkaran, bawerker) dîtin e; ji hev ra (aha) gotin e: "Bi rastî evan (bawerkeran) rêya xwe wunda kirin e
  33. Ewan (gunehkaran dizan in) ku bi dîdevanî li ser wan (bawerkeran) ne hatin e şandinê, ji bo ku ewan biparisîn in
  34. Îdî di îro da jî ewanê bawer kirin e hene! ewan (bi wanê gunehkar) di ken in
  35. Ewan (bawerkeran) li ser textegahan (li wan filan) mêze dikin
  36. Çane! (ka mêze bikin) gelo filan gerewa kirinên xweyên dikiribûn e, dîtin e