27.The Ant

  1. (hey bi arşa van tîpên ji hevçûyî Yezdan dizane). Eva beratên Qur’anê û Pirtûka hizwartîne
  2. Ewan beratan ji bona bawergeran, beled û mizgînîyek e
  3. Ewanê ku nimêja xwe dikin û (baca malê xwe) didin û di nêzîk da jî (bi danê para da) bawer dikin hene! (bawerger) ewan in
  4. Bi rastî ewanê, ku (bi danê) para da bawer nakin hene! Me kirina wan ji bona wan ra xemilandîye. Îdî ewan bi xweber jî, di kirinê xwe da kor mane
  5. Ewanê, ku ji bona wan ra sikê şapata heye, hene! Evan bi xweber in, evanan di para da jî pir zîyan kirine
  6. Bi sond (Muhemmed!) eva Qur’ana ji bal (Yezdanê) bijejke yê pir zana, li bal te da hatîye niqandinê
  7. Di gavekî da Mûsa ji bona malîyên xwe ra (aha) gotibû: "(Malîyên min! Hûn li vira bihewin) bi rastî min agirek dît (ez ê herime bal wî agirî) ya ez ê ji wura, ji bona we ra peyvekî bînim (ku em rêya xwe bîbînin têda herin) ya jî ez ê ji bona we ra kozekî agirê gur bînim, ku hûn li dora wî agirî bitelizin
  8. Îdî gava (Mûsa) hatîye bal wî (agirî) ji bona (Mûsa ra aha) hatîye gazîkirinê: "Ewanê di agir da ewanê li dora agir da jî (hemî jî) pîroz in. Bi rastî Yezdanê Xuda ê cîhanê ji hemî kêmayan paqij e
  9. Mûsa! Rastî ev e: Yezdanê servahatî bijejke heye! Bi rastî ewa ez bi xweber im
  10. Û tu gopalê xwe baveje. Ga-va (Mûsa kopale xwe avît) dîna xwe dae, ku (ewa kopale wîyî mezin) wusa dimiinûle wekî tîremarekî xwe daveje. (Mûsa ji tirsa) para da revya qe li pey xwe meze nekir.(Me li bal Mûsa da aha gazî kir), "Mûsa! tu netirse, loma bi rastî li bal me saî natirsin
  11. Ji pêştirê wî kesê, ku cewr kiribe, paşê ji piştî sikatîya kirîye, ewa (sikatî) bi qencîyan guhurîbe (di hemberê van da jî) bi rastî ez baxişkarê dilovîn im
  12. Û (Mûsa!) tu destê xwe bixe bêrika xwe, wê destê te ê bê qilêr, spî û çîl derkebe. Tu bi van neh beratan va here bal Fir’ewn û komalê wî. Loma bi rastî ewan komalekî wusa nin, ji rêya rast derketine
  13. Îdî (ji piştî ku Mûsa) bi beratên me yên xûya va hatine bal (Fir’ewn û komalê wî da). Ewan (ji bona Mûsa ra aha) gotine: "Bi rastî evan (beratan) ançên xûya nin
  14. Ewan bi dilê xwe (bi rastîya wan beratan dizanîyan) lê bi xweber li xwe cewr kirine û quretî kirine û bi wan (beratan) bawer ne kirine. Îdî tu mêze bike, ka encama tevdanokan çane
  15. Bi sond! Me ji bona Dawûd û Suleyman ra zanînek dabû. Ewan herdukan (aha) gotibûn: "Em ji bona wî Yezdanê, ku em li ser pir kesên ji bendeyên xwe yên bawerger, rûmetdar kirîye; sipasî dikin
  16. Suleyman bûye ûrta Dawûd û ewî ji bona kesan ra (aha) gotîye: "(Gelî) kesan! Bi rastî zimanê çûkan ji bona me ra hatîye hînkirinê û ji bona me ra ji hemî tiştan (par) hatîye dayînê. Bi rastî evan (hînkirin û dayîn) bi xweber jî rûmeteke xûya ye
  17. Ji bona Suleyman ra ji cunûk û ji komelê kesên mayî û melan (teyr) hemî leşkerê wî hatine civandinê: di cihekî da ji bona (Suleyman ra) pêş û paşê wan hemî li ser hev da dihatin
  18. Ewan çûn heya hatine wî cîhê (bi nav) Wadineml yekê ji morîstangan (aha) gotîye: "Gelî morîstangan! Bikevine êwirên xwe; ji bo ku Suleyman û leşkerê xwe va, we bi nezanî nepelixînin
  19. Îdî (Suleyman) bi gotina wê (morîstangê) beşaşbû; kenîya û (aha lava kir û) got, "Xudayê min! Ji bo ku ez di hemberê wan qencîyên te ne, te li ser min û bavê min kirîye û ji bo ku ez karê aştî bikim, tu jî pê qayîl bibî tu min bixe fermana xwe (ku ez bi gotina te bikim) sipazîya te bikim û tu bi dilovanîya xwe min bixe nava bendeyên xwe yên aştîkar
  20. (Dema Suleyman li çûkan mêze kir), melê (bi nav Suleymanê dunikil ne dît) wunda bibû. Îdî (Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotibû: "Ka ji bo çi ez Suleymanê dunikil nabînim, ya jî wunda bûye
  21. Ya ez ê şapateke zor mezin bidime wî, ya jî ez ê serê wî jêkim, ya jî ewê (ji bona ne hatina xwe ra berateke) bi hêzê hizwartî bîne
  22. Îdî hindik man (Suleymanê dunikil hat, ji bona Suleyman ra aha) got: "Tişta qe te pê nizanbû, min ewa zanî. Ji (welatê bi nav) Seba min ji te ra peyveke rast anîye
  23. Bi rastî (di wura da) ez rastî jineke wusa hatim, Serokatîya wan dikir û ji hemî tiştan ji bona wê ra hatibû dayînê û ji bona wê ra textegahekî mezin jî hebû
  24. Ez rastî wan hatim (min dêna xwedayî) ku ewa (jinika) û komalê wê ji pêştirê Yezdan, secdê ji bona rojê ra dibirin: Pelîd ji bona wan ra (eva kirina) wa yên hanê xemilandibû. Îdî (Pelîd bi vê kirina xwe) ewan ji rêya rast dabûne fetilandinê, loma îdî ewan bi xweber jî naêne (rêya rast)
  25. Ma qey nediba, ku ewan ji bona wî Yezdanê, ku di ezmanan da evê û mijê di zemîn da jî heşînayî û xunav û rewaran derdixe, secdê beherin? Û hûn çi veşerin û hûn çi jî eşkere bikin, hey ewa (Yezdana) pê dizane
  26. Ewê ji pêştirê wî tu Yezdanê (babetê perestîyê) tune ye, heye! Ewa ye Yezdanê (maf). Ewa (bi xweber jî) xweyê arşa (mana) mezin e
  27. (Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Em ê mêze bikin, ka gotinê te rast in, ya jî tu ji wan ê derewçîn î
  28. Tu evê nama min behere li bal wan da bavêje; paşê pişta xwe bide wan, mêze bike, ka îdî ewanê çi (bisyarê) bizivirînin
  29. (Gava Suleymanê dunikil, name avête bal wan; jinikê ji koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî rîspîyên min! Bi rastî li bal min da nameke rind hatîye avêtinê (ka hûn di mafê wê namê da çi dibêjin)
  30. Ewa nama ji (merivekî bi nav) Suleyman hatîye û di serê wê namê da eva peyva heye, "bi navê Yezdanê Dilovan ê Dilovîn
  31. Hûn di hemberê min da serî bilind nekin û hûn bi xwe hisparî werin bal min
  32. (Jinikê ji koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî rîspîyên min! Hûn dizanin, ku heya hûn nêhrewanîya tiştekî nekin, ez bê we qe tu tiştî nakim. Ka hûn di vê bûyera min da rêyekî ji min ra bibînin
  33. (Rîspîyan bersiva wê aha dane û) gotine: "Tu dizanî em xweyê hêz û xweyê tirsa zor in (kes di qirînan da di hembere me da nahewin). Ferman ya te ye; îdî tu mêze bike, ka tu ê çi fermanê bidî me (em ê ewê fermanê pêk bînin)
  34. (Jinikê ji bona wan ra aha) gotîye: "Bi rastî gava serok bikebine welatekî, ewî welatî kavil dikin: serfirazê wan, sernegûn dikin. Erê! Me ça gotîye wusa dikin
  35. Ez ê ji bona wan ra hinek pêşkêşan bişînim, îdî em ê mêze bikin, ka ewanê: saîyên me bi çi awayî bizivirînin
  36. Îdî gava (saî bi tevê pêşkêşa va) hatine bal Suleyman (Suleyman ji bona wan ra aha) gotîye: "Hûn bi mal, arîkarîya min dikin? Malê Yezdan ji min ra daye, ji wî mal ku we ji min ra anîye; bi rastî çêtir e. Na (wekî kirina we nîne) lê hûn bi pêşkêşê xwe şa dibin
  37. (Saî!) Tu li bal wan da bizivire (ji bona wan ra aha) bêje: "Em ê bi leşkerekî wusa werin ser wan, ku hêj di berya wî leşkerî, leşkerekî wusa ne hatibe civandinê; em ê ewan ji welatê wan bi sernegûnî û piçûkî derxin
  38. (Piştî ku saî ji bal wan da para zivirî, Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Gelî koma min ê rîspî! Kîjan ji we dikare, ji bona min ra textegahê wê (jinikê) bîne vira, di berya ku hêj ewa bi xwe hisparî ne hatibe bal min
  39. Yekê ji egîtê cunûkan (aha) gotîye: "Bi rastî ez ê ewî (textegahê) ji te ra bînim, hêj tu ji şûna xwe ranebibî, bi rastî ez li ser (anîna wî textegahê) bi hêz û (bi xwe) ewle me
  40. Ew (Egîtê) ku li bal wî zanîna ji pirûkê hebûye (aha) gotîye: "Ez ê ewî (textegahê) ji bona te ra bînim, ku hêj çavê te (ji dîdevanîya re) li bal te da ne hatibe zivirandinê." Îdî (Suleyman) dêna xwe da ê ku (textegahê wê) li bal wî bi cîh bûye (aha) gotîye: " Eva rûmeta Xudayê min e (ji bona min ra eva hêza daye) ji bo ku min biceribîne, ka ez ji bona wî ra sipazî dikim, ya jî nankorî dikim. Ew ê sipazî bike, şixwa ewa ji bona xwa ra sipazî dike û kîjan nonkorî bike (bira ewa bizane!) ku bi rastî Xudayê min hewcê (sipazîya wî nîne) û xweyê qencîyan e
  41. (Suleyman ji bona koma xwe ra aha) gotîye: "Hûn textegahê wê biguhurînin (reng û rûçikê wî welgerînin, ji bo ku ewa nas neke) paşê mêze bikin, ka gelo textegahê xwe nas dike ya jî nas nake
  42. Îdî gava (Belqîs) hatîye (jê ra aha hatîye) gotinê: "Textegahê te aha ne bû?" (Belqîsê ji bona wan ra aha) gotîye: "Bawer ke heman wusa ne. Şixwa hêj di berê da ji (hêza Yezdan û ji pêxemberîya te) zanîn ji me ra hatibû û em misilman bibûn
  43. Tişta ewê hêj di berê da ku ji pêştirê Yezdan, ji bona wan ra perestî dikirîbûye; ewanan ji rêya rast dane para da. Bi rastî ewa ji komalekî fîle bûye
  44. (Ji bona Belqîsê ra aha hatîye) gotine: "(Fermû) bikebe koşkê." (Gava ewê derê koşkê vekir) dêna xwe dayê ku wekî aveke kûr e. Delingê xwe bilind kir, guman dikir, ku ewa lêlav e." (Ji bona Belqîsê ra aha hate) gotinê: "(Tu delingê xwe nede jor) loma ewa koşkeke wusa ne, ji şûşê hilû hatîye çê kirinê." (Paşê Belqîsê jî aha) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî min bi xweber li xwe cewr kirîye û ez bi Suleyman ra ji bona Yezdanê Xuda ê cîhanê ra misilman bûm
  45. Bi sond! Me li bal Semûdîyan, birayê wan ê Salih bi saî şandîye; ji bo ku (Salih ji bona wan ra aha bêje): “Hûn (gelê min!) ji bona Yezdan ra perestî bikin.” Îdî (paşê) ewan bûne du deste bi hev ra tekoşîn dikirin
  46. (Salih ji bona wan ra aha) gotîye: “Gelê min! Hûn ji bo çi di berya qencîyan da leza kirina xirabîyan dikin? Divê ku hûn baxişandina xwe, ji van kirinê xwe, ji Yezdan lava bikin, loma dibe ku hûn bêne dilovînkirinê
  47. Ewan (bisyara Salih aha dane û) gotine: "Bi rastî em bi te û bi wa yên bi te ra, bê nutûf bûne (dest ji me berde)." (Salih ji bona wan ra aha) gotîye: "(Sedema) bê nutûfîya we li bal Yezdan e (Yezdan ji bona wanê karê sikî dikin bê nutûfî dide). Bi rastî hûn bi xweber jî komalekî wusa nin bi curecure têne ceribandinê
  48. Di bajar da neh (serokê lêzimî) hebûn, ewan aştî ne dikirin, lê di zemîn da ewan tavdanî dikirin
  49. Ewan (serokan aha) ji hev ra sond dixwurin û digotin: "Em ê şebxunekî bidine (Salih û malîyên wî, em ê ewan di şevê da bikujin) paşê em ê ji bona serkar û (lêzimên wî ra aha) bêjin: "Qe me nehrewamya teşqela wan nekirîye û em evan pey-ve xwe rast dibejin
  50. Ewan (ji bona Salih ra) xax kirine, me jî (ji bona wan ra) defik danîye, lê qe haja wan bi xweber jî tune bûye
  51. Îdî tu mêze bike, ka encama xaxê wan ça bûye.Loma bi rastî me evan û komalê wan bi hemûtî teşqele kirin
  52. Îdî bi sedema cewra ewan kirî, evan kavilê hanênan xênîyên wan in, vala mane. Bi rastî di van (bûyeran da) ji bona komalekî zana ra beratên (derhoze) hene
  53. Ewanê bawer kirine û xudaparizî dikin hene! Me ewan fereste kirine
  54. Me Lût jî (bi saîtî ji bona komalê wî ra şandibû).Gavekî (Lût) ji bona komalê xwe ra (aha) gotibû: "Hûn ber çavî hîzîtî dikin û hûn (bizanîn) mêze dikin
  55. Qey hûn jinan dihêlin, rastî bi xweşî li bal meran da bi qûndaî diçin? Lê rastî hûn komalekî wusa nin, hûn xwe davêjine nezanînê
  56. Îdî bersiva komalê (Lût) ji bona wî ra hey eva bûye (aha) gotine: "Hûn (Lût) û malîyên wî ji gundê xwe derxin.Loma bi rastî ewan hinek kesên wusa yên (xwe ji van kirinê me) paqij dikin
  57. Îdî me jî, ji pêştirê jina (Lût ê) ku me ewa di nava wanê hatine teşqelekirinê da hîştîye, me (Lût) û malîyên wî va fereste kirin
  58. Me li ser wan da barişteke wusa barand, îdî ewa barişta sikê wê barişta hişyarbûnê ye
  59. (Muhemmed! Tu aha) bêje: "Sipazî ji bona Yezdan ra be, ewan bendeyên ku ewî di nava bendeyên xwe da hêlbijartîye; selam li ser wan be. Gelo Yezdan qenc e, ya jî ewan hevrîyên hûn çê dikin
  60. Gelo ewê êzman û zemîn afirandîye kî ye? Gelo ji bona we ra ji ezmanan, av kî hinartiye? Qe we nikarbû darê (bostana jî) hêşîn bikin, ewî ji bona we ra bostanê, ku dilan şa dike hêşîn kirîye. Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na (qe tu hevalê wî tune ne) lê ewan komalekî ji (mafê, rû) fetilandine
  61. Gelo ewê, ku zemîn xistîye êwirgeh û di nava zemîn da çemê avê bi cî kirîye û ji bona (hewa zemîn ra) çîyayê binecî di zemîn da (rakutaye) û di nava her du deryan da perde hûnandîye, kî ye? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na, (qe tu hevale wî tune ne) lê pirê wan nizanin
  62. Gelo ji (pêştirê wî) kê (dikare) bisyara hewcevanan bide; gava hewcevan gazî wî bikin û sikatîyê (li ser wan) rake û ewa bikaribe, we bixe şûnmaî wanê borî, di zemîn da we bihêle? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na, (Qe tu heval ji bona wî ra tune ne) le hûn çiqa hindik Xuda bîra xwe tînin
  63. Gelo ji pêştirê wî kê (dikare) ku di taritîya reşaî û deryaê da, rê bide nîşana we? Gelo ewê bayê di berya baranê da bi mizgînî dişîne, ji (pêştirê wî) kê ye? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na (qe hevalê wî tune ne). Yezdan bi rastî ji wan hevrîyên, ku ewan jê ra çê dikin, bilind e
  64. Gelo (ji pêştirê wî) kî di cara yekem da heyî afirandine, paşê kê ewan (ji piştî mirinê) dîsa dizivirîne? Û ji ezman û zemîn kê rozînan ji bona we ra dide? Qey hinek (hevalên) Yezdan hene? Na (qe tu havalê wî tune ne. Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Heke hûn di doza xwe da rast in, ka beratên xwe bînin
  65. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Ji pêştirê Yezdan, qe tu kes bi ne xwuya ne di ezman û zemîn da heyî nizane û haja wan tune ye, ka wê rabin herin civînê
  66. Lê zanîna (bi jîna) para da li pey hev ji bona wan ra hatîye, ewan bi xweber jî bi rastî hêj di mafê (jîna) para da, du dil in. Na, lê ewan ji (zanîna bi jîna) para da kor in (hevqas berate li ber çavê wan hatine raxistinê hêj nabînin)
  67. Ewanê bûne file hene! (Aha) gotine: "Qey gava (em bimirin) em û bavê xwe ne berê da bibine xwelî, ma qey em ê dîsa (rabin ji nava xwelîyê) derkebin
  68. Bi sond! Hêj di berê da jî em û bav û kalê xwe va bi van peymanan hatine hişyarkirinê, evan (peymanan) hey çîvanokên berê ne
  69. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Hûn (gelî kesan!) di zemîn da bigerin, îdî hûn mêze bikin, ka encama gonehkaran ça bûye
  70. (Muhemmed! Tu ji bona ne bawerya wan) li ser wan mirûzê xwe neke û tu ji bona dexelî u endezên wan bêhna xwe teng neke
  71. Ewan (ji te ra aha) dibêjin: "Heke hûn (di doza xwe da rast in) ka danê wan peymanan kengê ye
  72. (Muhemmed! Tu ji bona wan ra aha) bêje: "Dibe, ku ewa şapata hûn leza hatina wê dikin, hinekî (ji wê şapatê) li pey we da be (haja we pê tune be)
  73. Bi rastî rûmet û qencîyên Xuda ê te li ser kesan heye, lê pirê wan (kesan) sipazîya (Xuda ê te) nakin
  74. Bi rastî Xudayê te bi wan tiştên, ku ewan di singe xwe da vedişêrin ya jî eşkere dikin, rind dizane
  75. Û çiqa tiştên ne xwuyayên di ezman û zemîn da hene (ewan hemîşk jî) di nivîsareke hizwartî da nin
  76. Bi rastî eva Qur´ana pirê wan tiştên, ku zarên cihûyan di wan (tiştan da) ne wekhev bûne (rastîya wan tiştan) ji wan ra dibêje
  77. Û bi rastî ewa (Qur´ana) ji bona bawergeran ra beled û dilovînek e
  78. Bi rastî Xudayê te wê di nava (zarên cihûyan da) bi biryarên xwe, berewanî bike. Loma servahatê pirzan hey (Xudayê te ye)
  79. Îdî tu xwe hispêre li ser Yezdan. Loma bi rastî tu li ser mafekî xwuyaî yî
  80. Bi rastî tu (dengê xwe) bi miryan nadî bihîstinê û di gava (merivên ker) para da birevin, tu qe tu gazîkirînê bi wan nadî bihîstinê
  81. Û tu nikarî ewan komê, ku di rê wundabûna xwe da wunda bûne, bînî rîya rast. Ewanê bi beratên me bawer kirine hene! Tu dikarî (dengê xwe) bi wan bidî bîhîstinê, şixwa îdî ewan bi xweber jî misilman bûne
  82. Gava (peymana bi hatina danê dawîyê) bi ser wan da hat; em ji bona wan (kesan ra) di zemîn da rawerekî derdixin. Ewa (rawera) bi wan ra mijûl dibe, ku merivan bi rastî bi beratên me bawer ne kirine
  83. Di wê roya, ku em ji her komekî ji wanê ku beratên me dane derewdêrandinê dicivînin, îdî ewanê (mayî) bi xweber deste deste dicivin
  84. Heya têne amada Xuda dibin; (ji bona wan ra Yezdan aha) dibêje: "We ça beratên min bê zanîn didane derewdêrandinê? Ya jî we çi tişt dikiribûne
  85. Û li ser wan da, bi sedema cewra ewan dikiribûne (ewa peymana, ku ewan pê mijûl dibûne) hatîye, îdî ewan bi xweber jî (nikarbûne di hemberê) wê hatina (şapatê da) mijûl bibin
  86. Ma qey ewan (kesan) nabînin, ku me şev ji bona hewa wan ra çê kirîye, me ro jî ji bona, ku ewan (tê da) bi dîtin (bixebitin) çê kirîye? Bi rastî di van bûyeran da, ji bona komalê bawerger ra, beratên (derhoze) hene
  87. Di roya, ku di qaldanê can da tê pufkirinê, îdî ji pêştirê wanê ku Yezdan vînîye, hemî kesên di ezman û zemîn da heyî (ji tirsa) vediciniqin. Hemîşk jî li bal (Yezdan da) bi stûxwarî tên
  88. Di (wê royî da) tu dibînî, dibê qey çîya di şûna xwe da qerimîne mane,lê ewan çîyan wekî ewran digerîyan. Ew Yezdanê ku hemî tişt afirandîye heye! Evan pêşeyên wî ne. Loma bi rastî tişta, ku hûn dikin ewa pê dizane
  89. Îdî Kîjan bi qencîyan hatibe, ji bona wî ra (li bal Yezdan) hêj ji wî anîna wî çêtir heye. Ewanê bi van (salixan) ji tirsa wê royî ewle ne
  90. Û kîjan bi sikatîyan hatibe, îdî ewan deverû dikibine dojê, bi tiştekî mayî qey ewan têne celatkirinê? (Na, ewan hey celata kirinê xwe dikişînin)
  91. (Muhemmed! Tu ji wan ra aha bêje): "Ez hatime fermankirinê, ku ez hey perestîya Xudayê vî bajarê, ku (kirina sikatîyan di wî da hatîya qedexekirinê,) bikim; hemî tişt hey ji bona wî ra nin. Û ez hatime fermankirinê, ku ez bibime ji misilmanan
  92. Û (ez hatime fermankirinê) ku ez "Qur’anê" bixûnim, îdî kîjan were rêya rast, şixwa ewa ji bona xwe ra hatîye rêya rast. Îdî kîjan ji rêya rast derkebe, tu (ji bona wî ra aha) bêje: "Ez hey ji hişyardarokan im
  93. Û (Muhemmed! Dîsa aha) bêje: "Sipazî hemî ji bona Yezdan ra ne.Ew (Yezdanê) wê beratên xwe bide nîşanê we, hûnê jî di nêzik da (evan beratan) nîyas bikin. Û Xudayê te bi xweber jî, ji kirinê wan bê guman nîne