26.The Poets

  1. M. (Arşa van tipên ji hev çûî hey Yezdan dizane)
  2. Bi rastî evan beratên pirtûka hezwartî ne
  3. Ji ber ku ewan bawer nakin, nêzîk e ku tu xwe bibeicînî
  4. Heke me biva, me ê ji ezmanan da li ser wan da beratên (derhoze) bihinarta, îdî sitûyê Wan ê ji bona (baweryî) xwer bibûya (ewanê bawer bikirinan)
  5. Çiqa ji bona wan ra (ji Yezdanê) dilovan (beratekê) nû hatibe, ewanan hey ji wê (berata nû) rû fetilandine
  6. Bi sond! (ça ji wan beratan rû fetilandine, wusa jî) dane derewdêrandinê, we di nêzîk da axiftina (wê şapata ku Qur’an ji wê mijûl dibe) ewan jî bi wê (axiftinê) tinaz dikiribûne, ji bona wan ra were
  7. Ma qey ewan li bal zemîn da mêze nakin, ka me çiqa zone rind di zemîn da hêşîn kirîye
  8. Bi rastî (di van hêşîn kirinan da) beratên (hêz a me) hene, bi vî ra jî pirê wan bawerker nînin
  9. Loma bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
  10. Di gavekî da Xudayê te gazî Mûsa kiribû, ji bo ku ewa here bal komalê cewrkar
  11. (Ewa komala) komalê Fir’ewn bû. (Ewan) hêj jî xudaparizî nakin
  12. (Mûsa aha bersiva Xudayê te da û) got: "Xudayê min! Bi rastî ez ditirsim, ku ewan (Fir’ewn, komalê wî) min bidine derewdêrandinê
  13. Singê min teng dibe û zimanê min venebe, îdî tu Harûnê bira ê min jî bi saî (li bal wan da) bişîne
  14. Ji bona wan ra li ser min gonehek (tolek) heye, îdî ez ditirsim ku ewan (tola xwe ji min hil din) min bikujin
  15. Xuda (bersiva Mûsa aha daye û) gotîye: "Na, (ewan nikarin tu tiştî bi te bikin). Îdî (tu û Harûn) bi beratên me va (herne bal wan), loma em bi we ra gohdarya wan dikin
  16. Hûn herduk herne bal Fir’ewn, îdî (hûn herduk ji Fir’ewn ra aha) bêjin: "Bi rastî em (herduk jî) saîyên Xuda yê gerdûnê ne
  17. (Em hatine, ku tu) zarên cihûyan bi me ra bişînî
  18. (Dema ewan hatine bal Fir’ewn, gotinê, xwe jê ra gotine, Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Mûsa! Ma qey me tu di nava xwe da bi zarokî mezin ne kirî? Tu di nava me da bi salan maî (îja tu van gotina ji kur tînî)
  19. (Di hemberê van qencîyên me da, Mûsa!) te jî kirinê xwe kirîye. Û bi rastî (Mûsa) tu ji nonkoran î
  20. (Mûsa ji bona wan ra aha) gotîye: "Gava min ewan (tiştên, ku hûn dibêjin) kiribû, hêj ez ji (nezan û) rê wundakera bûm
  21. Gava ez ji we tirsîyam, ez ji nava we revîyam, îdî Xudayê min ji bona min ra zanîna retkokî daye û ez xistime ji saîyan
  22. Ewan qencîyên, ku (Fir’ewn!) te bi min kirîye (îro jî tu dixî) serhev da ser min, hene! (te ji bona min ne kirîye, lê ji bona ku tu) zarên cihûyan bixî bende (loma te bi min kirîye)
  23. Fir’ewn (ji Mûsa pirsî, aha) got: "(ka Mûsa!) Xadayê gerdûnê çî ye (te eva ji kur derxistîye)
  24. (Mûsa ji bona wan ra aha bersiv daye, û) gotîye: "Xudayê ezman û zemîn û tiştên di nava wan da heyî, heye! Ewa bi xweber e. Heke hûn bi rastî biponijin (hûnê bi rastî bizanin, ku gotina min rast e)
  25. (Fir’ewn ji bona wanê) dora xwe ra (aha) gotîye: "Hûn dibihên (ka eva çi dibêje)?”
  26. (Mûsa ji wan ra aha) gotîye: "(Erê); ewa Xudayê we ye û Xudayê bav û kalê we ye jî
  27. (Fir’ewn ji wan ra aha) gotîye: "Bi rastî saîyî li bal we da hatîye şandinê, heye! Ewa tepa dikebe
  28. (Mûsa bersiv dide û aha) dibêje, "Heke hûn bi rastî hişyarî dikin; Xudayê rojhilat û rojava û tiştê di nava wan da heye (ewa) bi xweber e
  29. (Fir’ewn ji bona Mûsa ra aha) gotîye: "(Mûsa!) heke tu ji pêştirê min ji bo- na xwe ra ilahekî mayî bigirî, bi sond! Ez ê te bixme ji wan ê ku li bal zîndanan da hatine avêtinê
  30. (Mûsa ji bona Fir’ewn ra aha) gotîye: "Heke ez (ji bona rastîya xwe) ji te ra nîşanên huzwartî jî bînim (dîsa tu ê wekî xwe bikî)
  31. (Fir’ewn ji Mûsa ra) gotîye: "Heke ný ji rastbêjanî, ka ewê (nîşanê) bîne (em lê mêze bikin)
  32. Îdî ewî gopalê xwe avêtîye, nişkeva (gopal) bûye zîhakî xûyaî maye
  33. (Mûsa) destê xwe (ji piçenga xwe) kişandîye (derxistîye) îdî nişkêva destê wî wusa sipî maye; ewanê, lê mêze dikirin (çavê wan ji sipîtiya dihate girtinê)
  34. (Fir’ewn) ji bona wanê dor a xwe ra aha) gotîye: "Bi rastî evê hanê ançkerekî pir zana ye
  35. Eva divê, ku bi van ançê xwe we ji welatê we derxe. Ka îdî hm çi dibêjin
  36. Ewan (komalê dor a Fir’ewn bersiva wî aha dane û) gotine: "Tu ewî û birayê wî bi xweşî mijûl bike, tu (peyameran di welat da) bişîne (ji bo ku ewan) bicivînin
  37. Bira ewan hemî ançkerê pir zana ji te ra bînin
  38. Îdî di wî danê (ku Fir’ewn ji bona civandina wan danîbû) ançkar hemî di wê royê da civîyane
  39. (Di wê royê da) ji bona merivan ra (aha) tê gotinê: "Hûn jî îdî nacivin
  40. Loma em guman dikin, hekeançkar bi ser va werin,emê jî bibine peyrewê wan
  41. Îdî gava ançkar hatîne, ji bona Fir’ewn ra (aha) gotine: "Gava serfirazî ya me be; ji bona me ra kirêk heye, wusa nîne
  42. (Fir’ewn bersiva wan aha daye û) gotîye: "Erê?! (Kirya we heye, hêj) hûn îdî dibine ji wanê nêzîk ê min
  43. (Gava hemî amade bûn) Mûsa ji bona wan (ançkaran ra aha) gotîye: "Hûn (gelî ançkaran!) çi davêjin bavêjin
  44. Îdî ewan kap û gopalê xwe avêtine (kêşê) û (aha) gotine: "Bi mezinaya Fir’ewn serfiraz em bi xweber in
  45. (Paşê) Mûsa gopalê xwe avêtîye, îdî (gopal) tişta ewan (bi pizan) çê kiribûne daqurçandîye
  46. Îdî (gava ançkaran eva dîtin) nişkeva çûne secdê
  47. (Aha) gotine: "Me bi Xudayê cîhanê bawer kirîye
  48. (Ewa) Xudayê Mûsa û Harûn ne
  49. (Fir’ewn ji wan ançkaran ra aha) gotîye: "Hêj min ji bona we ra destûr ne dabû we bi wî bawer kirîye. Ew mezinê we yî, ku ji bona we ra anç hîn kirîye heye! Ewa (Mûsa) bi xweber e. Îdî hûnê di nêzîk da bizarýin (ka ezê çi bînine serê we); ezê destê û pê we bi çîlo çepî jê bikim û ezê we hemîşkan darda bikim
  50. Ewan (bersiva Fir’ewn aha dane û) göotine: “Qe zirar nake, loma bi rastî emê li bal Xudayê xwe da bizvirin
  51. Bi rastî ji ber ku me di cara yekem da bawer kirîye, em divên ku Xudayê me ji bona me ra nûsîtemne me bibaxişîne
  52. Me li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu bendeyên me di şevê da derxe rê, loma bi rastî wê li pey we kebin
  53. Îdî gava (Fir’ewn, bi reva cihûyan hesya, qe ne hewîya peyamêr) şandin, di welat da (leşker) civandin
  54. (Fir’ewn ji bona wan ra aha gotîye): "Evan (zarên cihûyan) komake hindik in
  55. Ewanan bi rastî hêrsa me tînin
  56. Bi rastî em komeke wusan in, ku her kes xwe ji me diparisînin
  57. Îdî me jî ewan ji (nava) rez û kanîyan derxistin
  58. Û ji (nava) xezînan û şûnwarên bi rûmet (derxistin)
  59. Me bi vî awayî (bi serê Fir’ewn û komalê) wî kir. Me zarên cihûyan ji bona wan ra xistîye ûrt
  60. Îdî gava roj derket (Fir’ewn û koma xwe va) dane pey (Mûsa û koma wî)
  61. Gava her du koman hev du dîtin, hevalê Mûsa (aha) gotine: "Bi rastî va gehîjtne me
  62. (Mûsa ji wan ra aha) gotîye, "(Hûn netirsin; ewan nagihêjne me) loma bi rastî Xudayê min bi min ra ye, wê rêyekî bide nişanê min
  63. Îdî me jî li bal Mûsa da (aha) niqandîye: "(Mûsa!) Tu gopalê xwe li deryayê xe." (Gava Mûsa gopalê xwe li deryayê xist) derya ji hev tîş bûye, her tîşekî bûye wekî çîyayekî maye (danzdeh re vebûne)
  64. Me (Fir’ewn û hevalê wî jî) nêzîkê wura kirine
  65. Me Mûsa û kesê bi wî ra, heyî, hemîşk fereste kirine
  66. Paşê me ewanê mayî (di avê da) fetisandine
  67. Di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene. Lê pirê wan bawer nakin
  68. Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
  69. (Muhemmed! Tu ji bona) wan ra serdaborya Îbrahîm bixûne
  70. Di gavekî da (Îbrahîm) ji bona bav û komalê xwe ra (aha) gotîye: "Hûn ji bona çi tiştî ra perestî dikin
  71. Ewan (bersiva Îbrahîm aha dane û) gotine, "Em perestîya hinek putan dikin, îdî em ji bona perestîya wan jî peyweste ne
  72. (Îbrahîm ji wan ra) dibêje: "Erê! (hûn ji wan ra perestî bikin, lê gava) hûn gazî wan dikin, qe ewan dengê we dibehên
  73. Ya jî ewan qe kar û zîyana we dikin
  74. Ewanan (aha bersiva Îbrahîm dane û) gotine: "Na, qe tu tiştî jî nakin) lê em rastî bav û kalê xwe hatin wulo dikirin (em jî wekî wan dikin)
  75. (Îbrahîm ji wan ra aha) gotîye: "Îdî qe hûn dibînin, ka hûn çi tiştan ra perestî dikin
  76. Hûn û bavên we yên berê jî
  77. Îdî bi rastî" eýwan (putan) neyarê min in, lê Xudayê cîhanê (dostê min e)
  78. Ewî ez afirandime (ewa Xudayê cîhanê ye) îdî ewê (rêya rast) bide nişanê min
  79. Ewê, ku xwarin û vexwarin dide min, ewa (Xudayê cîhanê ye)
  80. Gava ez nexweş bikebin, ewa (Xudayê cîhanê) min mefa dike
  81. Ewê min dimirîne û paşê jî min zinde dike; ewa (Xudayê cîhanê ye)
  82. Ewê, ku ez guman dikim: di roya xelat û celatan da nûsîtemne min ji bona min ra bibaxşîne ewa (Xudayê cîhanê ye)
  83. Xudayê min! Tu ji bona min ra zanîna retkokî bide û tu min bigihîne aştîkaran
  84. “Û (ji bona wanê ku) para da dinînin (min li ser zimanê xwe bi rindî hildin) tu zimanê wan (di mafê min da) rast û (hezger) bixî para min
  85. Û tu min bixe nav bihişta xwarinan
  86. Û tu bavê min bibaxşîne, loma bi rastî ewa ji rêya rast derketîye
  87. Û tu min di roya şandin a civînê da riswa neke
  88. Ewa royeke wusa ne, ku mal û zar têda qe tu havilî nakin
  89. Ji pêştirê wî kesê, ku bi dilekî xwýurî hatibe bal Yezdan
  90. Û (di we roye da) bihişt ji bona xudaparisan nêzîk dibe
  91. Û doj jî ji bona wanê, ku ji ava rû derketî xûya dibe
  92. Û ji bona wan ra (aha) tê gotinê: "Kanêna ewan tiştên ku we ji bona wan ra perestî dikirin
  93. Ji pêştirê Yezdan. Gelo ewan ji bona we ra arîkarî dikin, ya jî arîkarya xwe jî qe dikin
  94. Îdî ewan û bi tevê, wanê ku ava rû derketine (di wê royê da) li pey hev li bal agir da têne avêtinê
  95. Hemû leşkerê pelîd jî
  96. Ewan di dojê da bi hev ra tekoşîn dikirin (ji hev ra aha) digotibûne
  97. Bi Yezdan, em bi rastî di rê wundabûneke xûya da nin
  98. Loma bi rastî me hûn (gelî putan!) dixistine hempayê Xuda yê cîhanê
  99. Ji pêştirê gýonehkaran, tu kesekî em ji rêya rast dernexistine
  100. Îdî ji bona me ra qe tu mehder jî tune ye
  101. Û tu destê parisvan jî tune ye
  102. Xwezîka ji bona me ra carekî dinê jî (li bal cihanê da zivirandinek hebûya). Îdî meyê bawer bikira
  103. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê ji wan bawer nakin
  104. Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
  105. Komalê Nûh jî saîyê xwe dane derewdêrandinê
  106. Di gavekî da birayê wan ê Nûh ji bona wan ra (aha) gotibû: "Hûn qe xudaparizî nakin
  107. Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me
  108. Îdî hûn xudaparizî, bikin û bi gotina min bikin
  109. Ez ji bona (van şîretan) qe tu kiryekî ji we naxwazim: kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
  110. Îdî hûn yezdanparizî bikin û hûn bi gotina min bikin
  111. Ewan (bersiva Nûh aha dane û) gotine: "Peyrewên te hemû riswa ne (ka îdî) emê ça bi te bawer bikin
  112. Nûh ji bona wan ra aha bersiv daye gotîye: "Tu zanîna min (bi hundurê) kirina wan tune ye (lê bi tenê ez bi kirinê wan ê xûyayî dizanim)
  113. Heke giza zanîna we (bi van) hebe (hûn dizanin) ku hijmara (kirinê) wan hey Xudayê min pêk tîne
  114. Ez bi xweber jî nikarim bawergeran derkim
  115. (Ez ji bona kesan ra) hey hişyarkarekî xûya me
  116. Ewî (komalê Nûh, bersiva wî dane û) gotibûne, "Nûh! Heke tu ji van (kirin û gotinê xwe) xwe neparisînî, bi rastî tu ê bibî ji wan
  117. (Gava Nûh ji wan bê guman bûye, ji Xuda aha lava kirîye û) gotîye: "Xudayê min! Bi rastî komalê min, ez dame derevdêrandinê
  118. Îdî (Xudayê min!) tu di nava min û wanan da (bi berewaýýnî) raqetinê bike, tu min û ewanê bawerger yên bi min ra hene! Ji (vî komalê cewýkar) fereste bike
  119. Pasê me jî (Nûh) û ewanê bi wî ra di keleka tijî da fereste kirin
  120. Me paş da ewanê mayî di avê da feşirandin (Xeniqandin)
  121. Bi rastýtî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
  122. Bi rastî Xudayê te servahatê dilovîn e
  123. (Komalê) ´Ad jî saîyên xwe dane derewdêrandinê
  124. Di gava, ku birayê wan ê Hûd (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin
  125. Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me
  126. Îdî Hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin
  127. Ez biý van (şîretan) ji we qe tu kirêkî naxwazim. Kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
  128. Hûn li ser hemî rêyan (ji bona şaskirina rêwîyan) topikan çê dikin; bi tiştê beredayî ra mijûl dibin
  129. Û hûn guman dikin, ku hûnê (di cîhanê da) her bimînin, hûn ji bona xwe ra (bingehê) pêşeyên binecî ava dikin
  130. Û hûn gava yekê (ji bona şapatkirinê bigirin) hûn ewan wekî hincerokan digirin
  131. Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin
  132. Ewê ku mal û berxudarya hûn pê dizanin, daye we heye! Hûn parizaya wî bikin
  133. Ewî (Xudaê) bi tariş û kuran hûn bi hêz kidrine
  134. Û bi rez û kanîya jî (hûn bi hêz kirine)
  135. Bi rastî ez ditirsim, ku şapata ro ya mezin bi we da were
  136. Ewan (bersiva Hûd dane, aha) gotine: "(Hûd) tu şîretan bikî, ya jî qe nebî ji wanê şîretkar, li bal me yek e
  137. Evan (kirin û gotinê te) hey xûye wan ê borîne
  138. Û em nayêne şapatkirinê
  139. Îdî ewan (Hûd) dane derewdêrandinê û me jî ewan teşqele kirin. Bi rastî di vê (bûyere da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
  140. Bi rastî hey servahatê dilovîn Xudayê te ye
  141. Komalê Semûd jî Saî dane derewdêrandinê
  142. Di gava, ku biraê wan ê Salih (aha) ji bona wan ra gotibû: "Hûn ji bo çi (xuda)-parizî nakin
  143. Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (û bal we da hatime şandinê)
  144. Îdî hûn yezdanparizî bikin û bi gotina min bikin
  145. Ez ji bona van (şîretan) qe ji we tu kirêkî naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
  146. Qey hûn (guman dikin) ku hûnê di cîhanê da bi ewletî bêne hîştinê
  147. Di nava rez û kanîyan da
  148. Di nava çandin û nexlistanê, ku çiqilê dar a xurmê wan ji devîyên berêwan nermin
  149. Û hûn (di kevirên) çîyan da bi berxudarî xanîyan dikolin
  150. Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin
  151. Û hûn bi gotina feşartekan (musrif) nekin
  152. Ewanê di zemîn da tevdanî dikin û aştî nakin hene! Ewan feşartok in
  153. Ewanan (bersiva Salih aha dane û) gotine: "Bi rastî (Salih!) ewanê rind hatine ançkirinê hene! Tu ji wan î
  154. Tu jî hey merivekî wekî me yî, îdî heke tu di doza xwe da rast î, ka ji me ra berateke (derhoze) bîne
  155. (Salih ji bona wan ra aha bisyar daye û) gotîye: "Eva deva (şutir) hanê ji bona we ra (berateke derhoze ye). Di royeke diyarî da av vexwarin ji bona wê ra ne, royekî jî ji bona we ra ne
  156. Hûn bi sikatî nêzîkê wê devê nebin. (Heke hûn sikatîya wê devê bikin) wê şapata ro ya mezin bi we bigire
  157. Axirî ewan serê devê jêkirin, îdî ewan (ji serjêkirina devê) poşman bûn
  158. Paşê şapatê ewan girtin. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
  159. Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e
  160. Komalê Lût jî saî dane derewdêrandinê
  161. Di gava, ku birayê wan ê Lût ji bona wan ra (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)-parizî nakin
  162. Bi rastî ez ji bona we ra saîyekî ewle me (li bal we da hatime şandinê)
  163. Îdî hûn bi gotina min bikin, yezdanparizî bikin
  164. Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirêkî ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
  165. Di cîhanê da, hûn ça tûşê mêran dibin
  166. Ewan jinên we ne, ku Xudayê we ji bona we ra, ji wan jinan (xweşî) afirandîye, hûn ça dest ji wan berdidin? (Wekî we nîne!). Bi rastî hûn komalekî wusa nin; hûn ji tixûbê xwe borîne
  167. Ewan (bersiva Lût aha dane û) gotine: "Lût! Heke tu ji van (kirin û göotinê xwe) xwe nedî para da, tu ê bibî ji wan
  168. (Lût bisyara wan aha daye û) gotiye: "Bi rastî rikê min ji van kirinê we tê
  169. Xudayê min! Tu min û malîyên min ji kirinê wan fereste bike
  170. Îdî me jî (Lût) û malîyên wî hemî fereste kirin
  171. Hey di nava wan ê (di şapatê da mane) pîrek bi tenê (me fereste nekir)
  172. Îdî paşê me ewanê mayî teşqele kirin
  173. Û me li ser wan da baranek barandîye.Ewanê hatine hişyarkirinê (bi vî ra jî ne hatine rêya rast) hene! Îdî (ji bona wan ra) siki ê barana ne
  174. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, lê pirê wan bawer nakin
  175. Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e
  176. Hevrî û (komalê li welatê bi nav) Eyketê jî saî dane derewdêrandinê
  177. Di gava, ku birayê wan ê Şu´eyb (aha) gotibû: "Ji bo çi hûn (xuda)- parizî nakin
  178. Bi rastî ez ji bona we ra saîkî ewle me (li bal we da hatime şandinê)
  179. Îdî hûn bi gotina min bikin. Yezdanparizî bikin
  180. Û ez ji bona van (şîretan) qe tu kirya ji we naxwazim, loma kirya min hey li ser Xudayê cîhanê ye
  181. Hûn (gelê min!) pîvana xwe pêk bînin, hûn nebine ji wanê (ku pîvana xwe kêm dikin, û malê xwe ne dirust dikin) dibine ji wanê mal kêmger
  182. Û hûn (gelê min!) kêşa xwe (bê dexelî) bi kêşa rast pêk bînin
  183. Û hûn (gelê min!) zîyana merivan (di mal û mafê) wan da nekin, hûn di zemîn da ji bona tevdanê negerin
  184. Û hûn (gelê min!) ewê, ku hûn û nişa berê afirandîye heye! Parizaya wî bikin
  185. Ewan (aha bersiva Şu´eyb dane û) gotine: "Bi rastî (Şu´eyb!) ewanê ku rind hatine ançkirinê hene! Tu bûyî ji wana
  186. Tu jî hey merivekî wekî me yî, bi rastî em guman dikin, ku tu jî ji wanê virekî
  187. Heke bi rastî tu ji wanê rastgoyî (di doza xwe da rast î) ka îdî tu ji ezmanan li ser me da cêtîyan (parça) bixe xarê
  188. (Şu´eyb aha) got: "Xudayê min, bi kirinê we çêtir dizane
  189. Îdî (ji piştî van şîretan jî, dîsa) ewan (Şu´eyb) dane derewdêrandinê (paşê) şapata ro ya (ku ewan di wê royê da ji german xwe avêtibûne ber) sîhê, bi wan girt, loma bi rastî ewa şapata royeke mezin bûye
  190. Bi rastî di van (bûyeran da) beratên (derhoze) hene, bi vî ra jî pirê wan bawer nakin
  191. Bi rastî Xudayê te bi xweber jî servahatê dilovîn e
  192. Bi rastî ewa (Qur´ana) hinartina Xuda ê cîhanê ye
  193. Canê ewle (Cibraîl) ewa hinartîye
  194. Ji bo ku tu bibî ji wanê hişyarvan (Cibraîl ewa Qur´aýýnê) li ser dile te da hinartîye
  195. Bi zimanekî ´erebîyî hizwartî
  196. Bi rastî (hinartina Qur´anê bi vî awayî) di wan pirtûkê berê da jî (salixê wê hebûye)
  197. Ma qey zanîna, zanayên zarên cihûyan, ku (Qur´an bu vî awayî ji Xudayê cîhanê hatîye hinartinê) ji bona wan ra beratên derhoze nîne
  198. Heke me ewa (Qur´ana) li ser hinekê bîyanê ´ereban da hinartîbûya
  199. Îdî ewê (bîyaýnýî) ewa (Qur´ana) ji bona (´ereban) bixûnda, ´ereban (bi Qur´anê} bawer ne dikir
  200. Bi vî awayî me (ne bawerya bi Qur´anê) di dilê gonahkaran da bi cîh kirîye
  201. Ewan (filan) heya şapata dilsoz nebînin, bi wê (Qur´anê) bawer nakin
  202. Îdî (şapat jî) wusa nişkêva bi wan da tê,qe haja wan (ji şapatê) namîne
  203. (Gava ewan nişkêva şapatê, dibînin, aha) dibêjin: "(Ji bona bawerya me ra gelo qe) firset nayê dayînê
  204. Ma qey hêj ewan (filan) bi hatina şapata me lez dikin? (Dibêjin: "Heke tu ji rastgoyan î, bira şapat ji bona me ra lez were)
  205. Tu dibînî, heke me ewan bi salan berxudar bikira
  206. Paşê ewa (şapata) ku ji bona wan ra hatîye peymandanê; bi wan da hatîbûya
  207. Ewa berxudarya (ku ewan filan têda mabûne) ji bona wan ra, qe tu (parisîya ji şapatan) ne dida
  208. Me çiqa welatek teşqele kiribe, hey ji bona wî (welatî ra) hişyardarek hebûye
  209. Ewî (hişyardarî, rûniştyên wî welatî) hişyar dikiribûne, loma bi rastî em ji cewrkaran nînin
  210. Pelîdan (ewa Qur´ana) ne hinartine
  211. Şixwa ji bona (pelîdan jî) babet nîne ku ewê (Qur´anê) bihênirînin û ewan (pelîdan şixwa) nikarin jî (bihênirînin)
  212. Loma ewan (pelîdan) bi rastî ji bîhistinê hatine dûrxistinê
  213. (Muhemmed!) Tu bi Yezdan ra perestîöya tu ilahên mayî neke. Loma heke tu (perestîya ilahên mayî bikî) ewanê hatine aşîtkirinê hene! Tu dibî ji wan
  214. Û tu (di cara yekem da) tîryên (pismam) xwe î nêzîk bide hişyarkirinê
  215. Û tu çengê xwe ji bona peyrewên xwe yê bawerger ra nişîv bike (di hemberê wýan da rûmetkar û dilovîn be)
  216. Îdî heke ewan bê gotina te bikin, paşê tu (ji bona wan ra aha) bêje: "Bi rastî ez ji wan tiştên, ku hûn dikin, bê guman im
  217. Û tu xwe hispêre li ser Yezdanê servahat ê dilovîn
  218. Ewê gava tu radibî, te dibîne heye! (Yezdanê servahatî) ewa ye
  219. Ewa gera te ye di nava secdebiran da heye! (Yezdan ewî jî dibîne)
  220. Loma bi rastî ewa bi xweber pir bîhêstê pir zana ye
  221. Ez ji bona we ra bêjim; ka pelîd li ser kîjanan dihinire
  222. (Pelîd) li ser hemî virekên gonehkar dihinirin
  223. Ewan (virekan) gohdarya (pelîdan) dikin, pirê wan jî (tiştên) vir (li bal serkarên ýwe ra davêjin)
  224. Temtêla (xozaýýnan jî ahane), "peyýrewîya wan hey merivên, garyaî dikin
  225. Ma qey tu nabînî, ku (ewan xozanan) di hemî newalan da li hev dizivirînin û dibêjin
  226. Loma bi rastî ewan (Xozanan) tişta nakin dibêjin
  227. Ji pêştirê wan (xozanên) ku bawer kirine û karê aştî kirine û Yezdan pir bîra xwe anîne û ji piştî ku li wan hatibe cewrkirinê; (ji bona servahatina xwe xebat kiribin) û serfiraz bibin. Di nezîk da ewanê cewr - kirine hene! Wê bizanin ka wê li bal kîjan êwirê da bizivirin